Kanala ROJAVA TV

LI KANTONA REQAYÊ PEYMANGEHEK HAT VEKIRIN

Komîteya Perwerde û fêrkirinê ya kantona Reqa peymangehek nemûnî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.
Berpirsên peymangehê destnîşan kirin ku dê ev peymangeh nêzî 500 xwendekarî pêşwazî bike.

Komîteya Perwerde û fêrkirinê ya kantona Reqayê ji bo vekirina yekemîn peymangeha nimûneyî li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatek berfireh da meşandin.

Ji destpêka salê ve, ev peymangeh hate vekirin û dê di werzê duyemîn ê sala xwendinê de bi fermî bikeve pratîkê.

Berpirsên pêmangehê ji bo peydakirina alavên pêwîst hîn jî di nav xebatan dene.

Endezyar û Rêveberê Avahiyên peymangehan Mihemed El-Hisên diyar kir ku ofîs bi rêveberiya pêmangehê re ji bo peydakirina alvên pêwîst ên pêmangehê, kar dike.

Ji aliyê xwe ve mamosteyê peymangehê jî Mihêdî El Ebdullah got, peymangeh ji gelek beşan pêk tê.

Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve , Rêveberiyê giranî daye sektora perwerdeyê li herêmê û dibistan , zanîngeh û peymangehên bi zimanên Kurdî , Erebî û Siryanî ku zimanên fermî ne li herêmê, vekirine
ew jî bi armanca avakirina civakeke zana û perwerdekirî.