ENCUMENA CÎBCÎKAR YA FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST
Encumena Cîbcîkar a Kantona Firatê civîna xwe ya sala 2023 an li avahiya Meclîsa Rêveber ya kantona Kobanê lidarxist.
Hevserokê Meclisa Cîbcîkar a Kantona Firatê Mihemed Şahîn got ji ber êrîş û dorpêça heyî bandor li karê wan hat kirin ,lê pirojeyên wan ji bo pêşketina civakê berdewam in.
Encumena Cîbcîkar a Kantona Firatê civîna xwe ya sala 2023 an bi beşdariya hevserokên Meclisa cîbcîkar û rêveberên deste, sazî û nivîsgehên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li avahiya Meclîsa Rêveber ya kantona Kobanê hat lidarxistin.
Di civînê de raporên salane hatin xwendin,û sinfiziyonek derbarê xebatên Meclîsa Rêveber de hate pêşandan.
Derbarê civînê de hevserokê meclisa Cîbcîkar a Kantona Firatê Mihemed Şahîn ji ROJAVA TV re got ji ber êrîş û dorpêça heyî bandor li karê wan hate kirin ,lê projeyên wan ji bo pêşketina civakê berdewam in.
Seroka Desteya Jin a kantona Firatê Cîhan Derwêş behsa rêveçûna civînê kir û tekez kir ku li gorî rewşa herêm tê re derbas dibe dê ji bo sala nû plan bên kirin.
Civîn bi girtina pêşniyar, plansaziyek çalakiyê, û domandina projeya elektrîkê li deverên Kantona Firatê her wiha di rewşa awarte de danîna projeyên alternatîf bi dawî bû.