Kanala ROJAVA TV

HÎLALA ZÊRÎN: EM Ê RÊYA ŞEHÎDÊN AZADIYÊ BIDOMÎNIN

Tevgera Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyekê her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Tevgera Hîlala Zêrîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hedefgirtina siyasetmedarên jin ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve dê îradeya wan neşkîne.
Tevgerê di dewama daxuyaniya xwe de got: komkujiyên ku li Parîsê pêk hatine, heta îro nehatine eşkerekirin. Ev yek nîşan dide ku Fransa di van komkujiyan de xwedî têkiliyên kûr e.
Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan hate dayîn.