Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN KOBANÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA PARÎSÊ BI BÎR ANÎN

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi çalakiyekê şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn li Kobanê bi bîr anîn.
Çalakî bi beşdariya xwendekaran li hola civînan a Zanîngeha Kobanê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de sinevizyonek li ser jiyan û xebata her sê jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez hat pêşandan.
Piştre ji bo bîranîna her sê nemiran mûn hatin pêxistin û hunermendan jî stranên şoreşgerî gotin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê teqez kirin ku ew ê şopa şehîdan bişopînin.