Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BÛNE SEDEMA DERENGMAYÎNA BELAVKIRINA MAZOTÊ

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê, li kantona Reqayê belavkirina mazotê dereng maye.
Welatiyên Reqayê diyar dikin ku di sermaya demsala zivistanê de, pêwîstiya wan herî zêde bi mazotê heye.

Bombebaranên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê û rûxandina çavkaniyên jiyanê, bandorên neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye.

Ji ber hedefgirtina bi dehan stasyoyên hilberandina petrolê, li kantona Reqayê krîza peydakirina mazotê derketiye.

Bi taybetî di demsala zivistanê de herî zêde pêwîstiya welatiyan bi mazotê heye.
Şêniyên Reqayê weha behsa zehmetiyên xwe yên nebûna mazotê dikin.

Nivîsgeha plandanîn û serjimariyê ya Reqayê diyar dike ku wan karê xwe bi dawî kiriye, lê ji ber êrîşên Tirkiyê mazot bi derengî tê belavkirin.

Di encama êrîşên Tirkiyê yên mijdara sala 2022’yan û mehên cotmeh û mijdarê yên sala derbasbûyî de, bi sedan navendên xizmetê ku di nava wan de stasyonên petrolê jî hene, ji xizmetê derketin.