Kanala ROJAVA TV

DESTEYA RÊVEBERIYA XWECIHÎ YA CIZÎRÊ CIVÎNA SALA 2023’YAN LI DAR XIST

Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê civîna xwe ya sala 2023’yan li dar xist û plana xebatê ya sala nû jî danî.
Di civînê de bi taybetî li ser çareserkirina pirsgirêka ava Hesekê hate rawestandin.
Her wiha hat diyarkirin ku êrîşên Tirkiyê xebatên şaredariyan asteng dikin.

Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê di nava nîqaş û gotûbêjên germ de civîna xwe ya sala 2023’yan li bajarê Hesekê li dar xist.

Civîn bi beşdariya endam û hevserokên şaredarî û rêveberiyên avê yên kantona Cizîrê hat lidarxistin.

Di civînê de proje û xebatên ku di nava salekê de hatine pêkanîn, astengiyên ku derdikevin û çawaniya pêşxistina kar hatin nîqaşkirin.

Her wiha hevserokan raporên xwe pêşkêşkirin û li ser nîqaş hatin kirin.

Di civînê de hate diyarkirin ku êrîşên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker xebatên şaredariyan asteng dikin.

Civîn bi wergirtina pêşnîyaran ji bo xebatên sala nû û çareserkirina pirsgirêkên xelkê bi dawî bû.