Kanala ROJAVA TV

DESTEYA RÊVEBERIYA HERÊMÎ YA FIRATÊ XEBATÊN SALEKÊ NÎQAŞ KIR

Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Firatê ji bo nîqaşkirina karûxebatên xwe, civîna xwe ya sala 2023’an li dar xist.

Civîn bi dirûşma “li ser rêgezên netewa demokratîk ber bi avakirin û geşkirineke domdar ve” li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar ket.

Endamên Nivîsgeh û Navendên girêdayî Desteyê, şandeyek ji Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de raporên karûxebatên salekê hatin xwendin, her wiha proje û xebatên ku borî li kantonê pêk hatine, hatin aşkerakirin û nîqaş li ser wan hat kirin.

Civîna Salê ya Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Firatê bi encamnameyekê bi dawî bû, ji wan encamnameyan aktîvkirina xebatên Desteya Rêveberiya Herêmî, cîbcîkirina projeyên ji bo peydakirina ava vexwarinê û sererastkirina rêyên xerabe.