Kanala ROJAVA TV

FORUMA DESTEYA ÇANDINÎ Û AVDANÊ BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Xebatên foruma diyalogê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Doh, bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal a ekolojîk” foruma Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê hat lidarxistin.

Bi dehan Endezyarên çandiniyê, Nûnerên Sazî û Desteyên Rêveberiya Xweser û Saziyên civaka sivîl beşdarî forumê bûn.

Di forumê de 3 mijarên weke “Zêdekirina tovan”, “Parastina keskahiyê” û jêderên avê hatin nîqaşkirin.

Her wiha nîqaş li ser çawaniya pêşxistina qada çandiniyê û zêdekirina berhemên navxwe hatin kirin.

Forum bi encamnameyekê bi dawî bû. Ji wan encamnameyan pêşxistina saktora çandiniyê, bikaranîna rêbazên avdanê yên nûjen, Pêşxistina çavkaniyên mirovî bi rêya dewreyên perwerdehiyê.