Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA YEKEMÎN A PARÎSÊ HATIN BIBÎRANÎN

Yeketiya jinên ciwan a bajarê kobanê ji bo bîranîna Şehîdên Komkujiya Parîsê a yekemîn merasîmeke bibîranînê li dar xist.

Di merasîma bîranîna şehîdên komkujiyê de bi dehan jinên bajêr amade bûn.

Her wiha li ser navê Yeketiya Jinên Ciwan axaftin hatin kirin û hate destnîşan kirin ku dê heta dawiyê li ser xeta şehîdan bin .

Piştre, sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Sakîne û destkeftiyên wê hate pêşkêşkirin.

Merasîma bîranînê bi siloganên “Şehîd Namirin” Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.