Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ HERÊMÊ DEWAM DIKIN

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif derbarê êrîşên qirkirinê yê Tirkiyê yên li dijî herêmê de ji RojavaTV re nirxandin kir.

Foza Yûsif diyar kir ku, dewleta Tirk a dagirker ji bo ku têkçûna xwe ya hundirîn veşêre û gelê herêmê qir bike, êrîş dike.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif têkildarî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji RojavaTV re nirxandin kir.

Foza Yûsif got: armanca êrîşên dewleta Tirk veşartina têkçûna xwe ya hundirîn û qirkirina gelên herêmê ye.

Her wiha Foza Yûsif derbarê helwesta gel de tekez kir ku, gelê herêmê di pêvajoya êrîşên dagirkeriyê de helwestek bi rûmet nîşan da.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif di dawiya axaftinên xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku, ew ê bi vîn û têkoşîna xwe doz û armancên şoreşê bi ser bixin.