Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA QADA ÇANDINIYÊ FORUMEK HAT LIDARXISTIN

Foruma Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal a ekolojîk” li Hesekê hat lidarxistin.
Bi dehan endezyarên çandiniyê, nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl beşdarî forumê bûn.
Di forumê de axaftin li ser navê Rêveberiya Xweser hate kirin, paşê sînevîzyonek li ser rewşa çandiniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşandan.
Di forumê de 3 mijarên weke “Zêdekirina tovan”, “Parastina keskahiyê” û jêderên avê hatin nîqaşkirin.
Her wiha nîqaş li ser çawaniya pêşxistina qada çandiniyê û zêdekirina berhemên navxwe hatin kirin.