MECLÎSA CÎBICÎKAR A REQAYÊ CIVÎNA XWE YA SALA 2023’YAN LI DAR XIST
Meclîsa Cîbicîkar a Kantona Reqayê civîna xwe ya sala 2023’yan li dar xist û rewşa xwe ya rêxistinî û xebatê nîqaş kir.
Rêveber û hevserokên sazî û desteyên Reqayê di civînê de amade bûn.
Destpêkê rewşa siyasî û geşedanên dawiyê hatin nirxandin. Piştre raporên salê hatin xwendin û rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin.
Di civînê de nîqaş li ser projeyên ku hatine pêkanîn û astengiyên ku li pêşiya xebatên wan derdikevin, hatin kirin.
bi wergirtina nêrîn û nîqaşan nexşeya xebatê ya sala nû hate danîn.