ŞÊNIYÊN CIZÎRÊ BI MERASÎMEKÊ 3 CANGORIYÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN
Şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî 3 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo oxir kirin.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku, êrîşên dewleta Tirk dê ti carî vîna gel neşkîne.
Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li Qamişlo oxir kirin.
Girseya gel cenazeyê Şehîd ji pêşiya morga şehîdan wergirtin û darbestên cangoriyan bi ser milan anîn goristana Şehîdan.
Di merasîmê de axaftin li ser navên Encumena Malbatên Şehîdan, Kongreya Îslama Demokratîk û malbatên Şehîdan hat kirin.
Di merasîma oxirkirina cangoriyên azadiyê de bênavber dirûşme û peyamên bi can bi xwîn em bi te re ey şehîd hatin berzkirin.
Li hemberî girankirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmê, pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekeziyê li ser mezinkirina asta berxwedanî û têkoşînê dikin.