DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞÊN XWE NAVENDÊN XIZMETÊ DIRÛXÎNE
Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, Rêveberên Hêzên Parastina Civakî ên Kantona Reqayê ji Rojava TV re diyar kirin ku, armanca dewleta Tirk ji êrîşan têkbirina hevgirtina pêkhateyên herêmê ye.
Her wiha Rêveberan tekez kirin ku, ew ê di parastina gel û herêmên xwe de berdewam bin.
Dewleta Tirk a dagirker bêyî ku rêzê ji pîvan û zagonên navneteweyî re bigire, êrîşî destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û navendên xizmetê dirûxîne.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, Rêveberên Hêzên Parastina Civakî ya Kantona Reqayê ji Rojava TV re diyar kirin ku, dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze tevlîheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne.
Her wiha Rêveberan tekez kirin ku ew wekî Hêzên Parastina Civakî dê di erka xwe ya parastina gel û herêmê de berdewam bin.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyamên bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê berz dikin û dibêjin, wê rê nedin dagirkeran ku axa wan dagir bike.