ENCAMDERÊN KOMKUJIYA YEKEMÎN A PARÎSÊ HÎNA NEHATINE DARIZANDIN
9’ê çileya sala 2013’an şoreşger û siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi plana MÎT’a Tirk li Parîsê hatin şehîdxistin û heta niha kujer nehatine darizandin.
Endamên komîteya karûbarên civakî ya Hesekê gotin, bêdengiya Hikûmeta Fransayê rê li pêşiya komkujiyên mezintir vedike.
Komkujiya Parîsê ku di dîroka mirovahiyê de lekeyeke reş hêlaye, 11 sal di ser re derbas dibin.
Roja 9’ê çileya sala 2013’an dema ku jinên Kurd ên pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi karê xwe radibûn, li Parîsa paytexta Fransayê bi plana MÎT’a Tirk hatin şehîdxistin.
Şehîdxistina yek ji damezirînerên Tevgera Azadiyê Sakîne Cansiz û hevêyên wê li Kurdistan û cîhan deng veda.
Tevî ku ev 11 sal in gelê Kurd ji bo cîbicîkirina dad û edaletê serî li dadgehên Fransayê didin, lê daxwazên wan bêbersiv dimînin.
Di 23’yê kanûna 2022’yan de jî, bi heman awayî komkujiyek li dijî pêşengên tevgera azadiyê pêk hat, gelê Kurd dibêjin, bêdengiya Hikûmeta Fransayê rê li pêşiya komkujiyên mezintir vedike.