Kanala ROJAVA TV

BERTEK Û NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ZÊDETIR DIBIN

Rêveberên Rêxistinên civaka Sivîla ên Reqayê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, dewleta Tirk yasayan bin pê dike.

Her wiha banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kirin .

23’ê Kanûna 2023’yan, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û bi awayekî dijwar êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Dagirkerîyê di êrîşên xwe de rasterast navendên xizmetê û cihên sivîlan kir hedef.

Li hemberî êrîşan gelê herêmê dadikevin qadan û tekeziyê li ser mezinkirina asta berxwedaniyê dikin.

Rêveberên Rêxistinên civaka Sivîla ên Reqayê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, dewleta tirk yasayan bin pê dike.

Her wiha rêveberan banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker kirin.

Dewleta tirk a dagirker bi hincet û bihaneyên ne rewa êrîşên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwart dike, gelê herêmê jî tekeziyê li ser mezinkirina asta berxwedaniyê dikin.