Kanala ROJAVA TV

PÊNGAVA CÎHANÎ YA JI BO AZADIYA RÊBER APO 3 MEHAN LI DÛ XWE DIHÊLE

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê Nûrî Hesen got, paradîgmaya Rêber APO, rêya çareserkirina tevahî pirsgirêkan e, ji lewre her kes xwe li dorê dicivîne.

Her wiha da zanîn ku, Rêber APO rêberê mirovahiyê û sembola azadiyê ye.

Hevdemî salvegera destpêkirina komploya li dijî Rêber APO, roja 10’ê cotmeha sala derbasbûyî li 74 welatan, pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO hate destpêkirin.

Pêngava cîhanî ku 3 mehên xwe tijî dike, li dilê azadîxwazên cîhanê da û her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO rakir ser piyan.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê Nûrî Hesen got, paradîgmaya Rêber APO, rêya çareserkirina tevahî pirsgirêkan e.

Her wiha Nûrî Hesen da zanîn ku, Rêber APO rêberê mirovahiyê û sembola azadiyê ye.

Li çar hawîrdorên cîhan û Kurdistanê, dirûşme û dengê azadiya Rêber APO, azadiya me ye olan dide û her ku diçe pêngav pêlên xwe berbelavî her deverê dike.