ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BÛYE SEDEMA DERENGMAYÎNA BELAVKIRINA MAZOTÊ
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn sedema derengmayîna belavkirina mazotê li herêmê.
23’ê Kanûna 2023’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Dagirkeriyê di êrîşên xwe de rasterast binesaziya herêmê kir hedef, di nava wan de jî cihên petrolê hatin hedef girtin.
Ev yek bû sedema derengmayîna belavkirina mazotê li herêmê.
Têkildarî mijarê welatiyên Kantona Reqayê ji Rojava TV re dibêjin, êrîşên dewleta Tirk ewlehiya herêmê têk dibe û azarên wan zêde dike.