Kanala ROJAVA TV

MECLISA EDALETÊ YA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

Meclisa Edaletê ya Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk kir .

Encumena Edaletê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk li dijî herêmê sûcên şer pêk tîne .

Her wiha Encumenê tekez kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze vîna gelê herêmê bişkîne.

Meclisa Edaletê ya Efrîn û Şehbayê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku demildest destewrdanê bikin û sînorekî ji binpêkirinên dewleta tirk re daynin.