NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ REVANDINA ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED ZÊDETIR DIBIN
Derbarê revandina rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hate revandin, rojnamevanên kobanê dibêjin, PDK’ê bi revandina Rojnamevanan dixwaze dengê rastiyê qut bike.
her wiha destnîşan kirin ku PDK ê yasayên parastina mafên rojnamevanan bin pê dike .
Rojnamevan Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmeha sala derbasbûyî dema xwest di deriyê Pêşxabûr re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê PDK’ê ve hat revandin.
Tevî bangên serbestberdanê, lê ev 72 roj in tu agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed nayêne wergirtin.
Rojnamevanên kobanê dane zanîn ku PDK’ê bi revandina Rojnamevanan dixwaze dengê rastiyê qut bike.
Her wiha rojnamevanan destnîşan kirin ku PDK ê yasayên parastina mafên rojnamevanan bin pê dike .
Her ku diçe fikar û gumanên li ser rewşa Silêman Ehmed zêde dibin û ajansa nûçeya a ROJNEWS’Ê jî ragihand ku PDK’Ê ji tenduristî û jiyana endamê wê Silêman ehmed berpirse .