CENAZEYÊ ŞEHÎD FÎDAN HEMO LI ŞEHBAYÊ HAT OXIRKIRIN
Şêniyên Şehba û koçberên Efrînî bi merasîmekê cenazeyê endama HPC`ê Fîdan Hemo li goristanan şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê oxir kirin.
Welatiyan canezeyê şehîd Fîdan ji pêşiya Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve bi rê ketin.
Li goristanê hevseroka HPC`ê ya Hêrema Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zeyneb Baran axivî û got, “Şehîd Fîdan soz dabû gelê xwe û soza xwe anî cih. Em ê jî her tim şopdarê rêya şehîdên xwe bin.
Piştre jî axaftin li ser navê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê hat kirin û hate gotin “bi saya van şehîdan welatê me tê parastin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Girseyê cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan û dirûşma “şehîd namirin” de spart axê.