Kanala ROJAVA TV

TEVGERA XWENDEKARÊN DEMOKRATÎK A KOBANÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li dijî Herêmê şermezar kirin û gotin: ew ê heta dawiyê xwedî li şoreşê derkevin.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk di daxuyaniya xwe de got: dewleta Tirk li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne .
Her wiha tevgerê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan koçberkirina gel û bi taybetî dûrxistina ciwan û xwendekaran ji welat e .
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Kobanê soz da ku bi berdewamkirina xwendin û perwerdeyê dê rêya şehîdan bişopînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.