11 SAL DI SER KOMKUJIYA YEKEMÎN A PARÎSÊ RE DERBAS DIBIN
9’ê vê mehê 11 sal di ser komkujiya yekemîn a Parîsê re derbas dibin ku di encamê de sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan şehîd bûn.
Rêveberên jin ên Efrîn û Şehbayê diyar kirin ku, armanca dijmin têkbirina vîna jinên azadîxwaz e.
Dîrok 9’ê çileya 2013’an bû, cih jî Parîsa paytexta Fransayê bû, dema ku keça Dêrsimê ya Serhildêr Sakîne Cansiz û hevalên wê Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, karê xwe pêk dianîn, bûn armanca êrîşeke bêbext û şehîd bûn.
Şehîdxistina fermandar û têkoşera mezin Sakîne Cansiz û hevalên wê ku plana wê bi destê MÎT’a Tirk hatibû danîn, li seranserî Kurdistan û cîhanê olan da.
Tevî ku 11 sal di ser komkujiyê re derbas dibin, lê ta niha Hikûmeta Fransayê hûrgiliyên bûyerê aşkere nekiriye.
Li hemberî bêhelwestiya Hikûmeta Fransayê, sazî û tevgerên Kurdan yên li dîyasporayê xebatên xwe yên pêkanîna edaletê didomînin.
Di Kanûna sala 2022’yan de jî li heman cihê komkujiya yekemîn, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî, Hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil di êrîşa faşîst ya dewleta Tirk de şehîd bûn.