DEWLETA TIRK BI DEHAN ÇAVKANIYÊN JIYANÊ YÊN GEL RÛXAND
Parêzer Ismet Îbrahîm got ku, dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe dixwaze cîbicîkirina Hevpeymana Civakî asteng bike û projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe.
Her wiha da zanîn ku, hedefgirtina çavkaniyên jiyanê li dijî yasa û zagonên navdewletî ne.
Hevdemî erêkirina Hevpeymana Civakî û lidarxistina kongreya MSD’ê, dewleta Tirk li dijî sivîlan û binesaziya herêmê, dest bi pêleke dijwar ya êrîşan kir.
Ji 23’yê kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 70 navendên xizmetê rûxandine ku di encamê de 10 sivîl şehîd bûn û zirarên gelekî mezin jî rû dane.
Parêzerê ji Kobanê Ismet Îbrahîm ku ji nêzîk ve rewşê dişopîne, diyar dike dewleta Tirk ji geşedan û pêşketinên ku li herêmê rû didin, ditirse.
Her wiha Ismet Îbrahîm da zanîn ku hedefgirtina herêmê û çavkaniyên jiyanê li dijî tevahî yasa û zagonên navdewletî ne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê xebatên xwe yên dîplomasî didomîne û tawanên Tirkiyê bi belge û hûrgilî pêşkêşî dadgehên navdewletî dike.