Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ZÊDE DIBIN

Berdevkê Hêzên Lîwa Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku, armanca dewleta Tirk dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad Xatîb jî got, bêdengiya civaka navneteweyî rê dide dewleta tirk ku êrîşên xwe zêde bike.

Dewleta dagirker a dagirker ji 23’ê Kanûna sala 2023’yan ve bi rêya balafirên bêmirov bi dehan navendên aborî, xizmetguzarî, tenduristî û çapxane bombebaran kirin.

Navendên ku çavkaniyên jiyanê yên gel bûn, ji ber êrîşên bêserûber ji xizmetê derketin.

Berdevkê Hêzên Lîwa Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku, armanca dewleta Tirk dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad Xatîb jî got, bêdengiya civaka navneteweyî rê dide dewleta tirk ku êrîşên xwe zêde bike.

Tevî ku di sala 2019’an de ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê lihevkirin hatin îmzekirin, lê hêzên ku navê garantoriyê li xwe dikin bêdeng in. Gelê herêmê jî teqezeiyê li ser mezinkirina asta berxwedaniyê dikin.