ÇAPXANEYA SÎMAV.. JI NAVENDEKE REWŞENBÎRIYÊ VEGUHERÎ TARÎSTANEKE DIJWAR
Çapxaneya Sîmav ku weke navendeke rewşenbîriyê kar û xebat dikir û rojane bi hezaran pirtûk çap dikir, ji ber êrîşên Tirkiyê tarûmar bûye.
Her wiha 7 xebatkarên wê jî di êrîşa 25’ê kanûna sala derbasbûyî de şehîd bûn.
Hevserokê TEV- DEM’ê Xerîb Hiso dibêje, armanca êrîşa li dijî Çapxaneyê tunekirina dîroka gelê Kurd bû.
Ev kovara ku zarok hînî zanîn û zanistê dikir, bi gotina şefê faşîst Erdogan li ser ewlehiya wan metirsî çêdikir.
Roja 25’ê meha Kanûna 2023’an de balafirên dewleta Tirk a dagirker çapxaneya Sîmav bombebaran kirin û di encamê de 7 xebatkarên çapxaneyê şehîd bûn.
Her wiha alav û amûrên ku rojane bi hezaran pirtûk çap dikirin, bi temamî rûxiyan û bûne pêtên ji agir.
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso got ku, armanca êrîşa li dijî çapxaneya Sîmav tunekirina dîroka gelê Kurd e.
Çapxaneya Sîmav bi derfetên kêm û sînordar di sala 2013’an de li taxa Bişêrîyê ya Qamişlo hat avakirin, piştre di sala 2018’an de navenda xwe veguhest ser rêka Hîzamê û ji bo geşkirina qada rewşenbîriyê bê rawestan dixebitî, lê dewleta tirk a faşist bi êrêşên hewayî çapxane rûxand û tarûmar kir.