Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ DI BÎRDANKA XWE DE VEGERA LI EFRÎNÊ XÊZ DIKIN

Koçberên Efrînî yên ku bi darê zorê ji warê xwe hatine koçberkirin, bi hêviya vegera li Efrînê pêşwaziyê li sala nû dikin.

Ew dibêjin, çiqas dem derbas dibe, lê hêviyên wan naçilmisin û ew ê bi vegera li Efrînê armancên xwe bigihînin serkeftinê.

Di bin dorpêça dijwar a Hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk de, koçberên Efrînî li kampên koçberiyê yên li Şehbayê pêşwaziyê li sala nû dikin.

Darên zeytûnan, xwezaya Efrînê ya bibereket û dîdarên wê yên ciwan her di bîr û bîrdanka wan de, xwe dide der û vegera li Efrînê dibe hêlîna xewn û mirazên wan.

Koçberên Efrînî û bi taybetî zarokên ku li ber destê dayîkên xwe li ser çanda hezkirina axê mezin bûne, bi hêviya vegera li Efrînê sala nû hembêz dikin.

Li van kampan û di nava sir û seqema zivistanê de dayîkên Efrînî zarokên xwe bi cilûbergên sersalê dixemilînin, belku bi gotina wan hinekî dilê qiçkên xwe xweş bikin.

Van koçberên ku xewnên wan li Efrîna dagirkirî nîvço mane, çavê wan ji rêya vegerê westa nabe û ew ji bo rizgarkirina Efrînê hêviyên xwe weke tîrêjên ku li Çiyayê Araratê şewq dide, di parzûnekî pola de, zindî û geş dihêlin.