Kanala ROJAVA TV

NÛNERTIYÊN RÊVEBERIYA XWESER TÊKILDARÎ ÊRÎŞAN JI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ RE DOSYA ŞAND

Nûnertiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk der barê êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker û bandorên wê de dosyayek ji saziyên Ereban û saziyên hiqûqî û siyasî yên navneteweyî re şand.

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Ji 23’yê Kanûna 2023’yan ve qadên xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û aborî bombebaran kirin.

Di encama êrîşên dagirkeriyê de 10 kes şehîd, bi dehan kes birîndar bûn û ziyanên mezin li binesaziyê bûn.

Li gorî Gerînendeya Têkiliyên Derve 4 nûnertiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî êrişan dosyayek ji rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, mirovî, wezaretên karên derve yên Ewropayê, nûnertiyên welatên Ereb û yên Ewropayê, her wiha Parlamentoya Ewropayê, partiyên siyasî û kesayetên siyasî re şandin .

Nivîsgeha serokatiyê, serokê parlamento, rêxistinên navneteweyî yên li Awisturyayê û nivîsgehên wê, rêxistinên mirovî û alîkariyê jî di nav de, Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Awisturayayê dosya ji 116 aliyan re şand.

Her wiha Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropayê jî dosya ji nivîsgeha sekreterê giştî yê NY’yê, cîgirê serkreterê giştî yê NY’yê, nivîsgeha nûnerê NY’yê yê taybet ji bo Sûriyeyê, 9 nûnerên rojava û Ewropa, Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê, Komîteya Lêkolînan a NY’yê, Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Human Rights Watch re şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a welatên Yekitiya Benelûksê dosya ji nûnertiyên Yekitiya Ewropayê, nûnerên Parlamentoya Ewropayê yên Belçîka û Holanda, Nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî, nivîsgehên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Human Regths Watch, hejmarek rêxistinên navneteweyî yên li Brukselê, balyozxane û nûnertiyên welatên Ereban ên li Belçîkayê re şand.

Her wiha Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Skandînavyayê dosya ji partiyên siyasî yên Swêdê, komîteyên wezaretên karên derve û parastinê yên Swêdê, Navenda Palme ya Navneteweyî, Navenda Swêdê ya Lêkolînên Derve û Parastina Stratejîk û Wezareta Karên Derve ya Norwêcê û Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê re şand .