Kanala ROJAVA TV

PARÊZERÊN HERÊMÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZARKIRIN

Parêzerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û gotin, Tirkiyê nefesa gel hedef digre û desnîşan kirin ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên hovane zagonan binpê dike.

Her ku diçe dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cûrbecûr êrîşên xwe yên bê ser û ber li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû û zêde dike.

Dagirkerî ji 23ê kanûnê ve bi dijwarî êrîşî herêmê dike û di êrîşan de binesazî û navendên xizmetê ku çavkaniya jiyanê ye dike armanc.

Herî dawî jî dagirkeriyê Gerînendeya Avê ya bajarê Qamişlo bombebaran kir , di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Parêzerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û gotin dagirkeriya Tirk zagonan binpêdike û li nefesa gel dixe.

Her wiha parêzeran destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirk tevî şert û mercên zehmet yên jiyanê êrîşên xwe dewam dike.

30 kanûnê dewleta Tirk a dagirker gundên Xerbet Şealê û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir,di heman demê de gundên Xalidiyê, Hoşan û Mestûra yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê , her wiha gundê Mişêrfa, Xwaringeha Nexîl ên rojhilatê navçeyê û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.