Kanala ROJAVA TV

QSD’Ê BÎLANÇOYA SALEKÊ AŞKERE KIR: 237 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku wan di nava salekê de 143 çalakî li dar xistine û di encamê de 52 leşker û 185 çete hatine kuştin.
Her wiha da zanîn ku dewleta Tirk ji destpêka salê ve êrîşên xwe yên li dijî herêmê ranewestandine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên parastina rewa yên şervanan aşkere kir.

QSD’ê da zanîn ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, di çarçoveya parastina rewa de wan 143 çalakî li dar xistine û di encamê de 52 leşker û 185 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê got, dewleta Tirk di tevahiya salê de êrîşên xwe yên li dijî binesaziya herêmê û wargehên sivîlan dijwar kirine.

Her wiha diyar kir, çeteyên girêdayî Hikûmeta Şamê jî li Dêra Zorê êrîşî bendên wan kirine û xwestine tevliheviyê derbixin.

Li gorî bîlançoya QSD’ê dewleta Tirk a dagirker di nava salekê de 798 êrîşên hewayî û bejahî li dijî herêmê pêk anîne.

QSD’ê di dewama daxuyaniyê de bal kişande ser çalakiyên bersivdayînê jî û aşkere kir ku, 143 çalakî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistine.

Di encamê de 52 leşkerên dagirker ên Tirk, 185 çete, bi giştî 237 hatine kuştin û 295 jî birîndar bûne.

Navendê da zanîn ku di berxwedanên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Hikûmeta Şamê de bi giştî 173 şervan şehîd û 15 jî birîndar bûne.

Her wiha diyar kir, 39 sivîl ku di nava wan de 11 zarok jî hene, di encama êrîşên dagirkeriyê de şehîd û 83 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê aşkere kir ku di êrîşên dawiyê de 74 navendên xizmetê hatine rûxandin.