Kanala ROJAVA TV

CENAZEYÊ ŞEHÎD CIWAN BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ LI QAMIŞLO HAT OXIRKIRIN

Koçberên Efrînî û xelkê kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî Cenazeyê Şehîd Ciwan Elî li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin û Şehîd Aya El- Mihemed yên ku di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bibûn, bi bîr anî.
Di merasîmê de peymanên tolhildan û rizgarkirina herêmên dagirkirî hatin berzkirin.

Koçberên Efrîna dagirkirî ne, darbesta şehîd Ciwan Elî bi ala rengîn û kulîlkan xemildandine û bi peyamên vegera li Efrînê xatirê xwe yê dawiyê ji Şehîd dixwazin.

Ciwan Elî koçberê Efrîna dagirkirî ye, roja 25’ê mehê di encama êrîşa li dijî çapxaneya Sîmav de birîndar bibû, 29’ê mehê ji ber giraniya birînên xwe gihaşt asta şehadetê.

Heval û hevrêyên şehîd û xelkê Kantona Cizîrê bi rêûresmeke girseyî cenazeyê şehîd oxirî axa ku bi xwîna wan hatiye avdan, kirin.

Gotin û dirûşmeya berxwedan Jiyan e, em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û tola şehîdan hilînin ji devê beşdarên merasîmê neket û herdem olan da.

Ciwanê bavê du zarokan ku ji ber zilma dagirkeriyê koçberî Qamişlo bibû, ji hovîtiya dagirkeriyê rizgar nebû û şehîd bû, lê hevrê û malbata Şehîd piştrast dikin ku ew ê armancên wî bi vegera li Efrînê bigihînin lûtkeya serkeftinê.