Kanala ROJAVA TV

MSD’Ê DI KONGREYA XWE YA 4’AN DE JI TEVAHÎ GELÊ SÛRIYÊ RE BÛ SÎWAN

Hevserokê Meclîsa Gelan a Damokratîk a Şehbayê Îmad Dawûd têkildarî 4′emîn Kongreya MSD’ê diyar kir ku, MSDê sîwana tevahî gelê Sûriyê ye û ji bo çareserkirina krîza Sûriyê alternatîf e.

Her wiha bang li kesayetên niştimanî kir ku ji bo çareseriya aloziyê piştgiriyê bidin projeya demokratîk.

20’ê Kanûnê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) 4′emîn Kongreya xwe bi beşdarbûna 400 delegeyan li dar xist.

Di kongreya MSD de ku guhartin û pêşketinên mezin çêkir, bal li ser çalakkirina diyaloga Sûrî-Sûrî û berdewamkirina têkiliyan bi aliyên ku di dosyaya krîza Sûriyê de bandor in hat kişand.

Hevserokê Meclîsa Gelan a Damokratîk a Şehbayê Îmad Dawûd diyar kir ku MSDê sîwana tevahî gelê Sûriyê ye û ji bo çareserkirina krîza Sûriyê alternatîfe.

Her wiha Îmad Dawûd bang li kesayetên niştimanî kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê piştgiriyê bidin projeya demokratîk.

Di 4’emîn Kongreya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê de tekezî li ser çareserkirina aloziya Sûriyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî hate kirin.