Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN QAMIŞLO LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ MEŞIYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo îro ji bo şermezarkirina êrîşên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker meşeke girseyî li dar xistin.
Meş ji pêşiya dermanxaneya Deham a li kolana Kornîş dest pê kir û ber bi çerxereya cotkaran ve bi rê ket.
Girseya gel di meşê de dirûşmên” Bi êrişan û dorpêçkirinê hûn nikarin vîna me bişikînin” berz kirin.
Meş li çerxereya cotkaran veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û axêveran diyar kirin ku Dewleta Tirk li hemberî dîroka berxwedêr a gelê herêmê bi pêşengiya jinan bi bin ketiye.
Her wiha gotin, heta dawiyê dê wefedarên şehîdan bin û bang li hêz û rêxistinên demokratîk kirin ku piştevaniya doza gelê herêmê bikin.