RÊVEBERÊN REQAYÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN TEKEZÎ LI SER PARASTINA AXA XWE DIKIN
Xelkên Kantona Reqayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tekezî li ser parastina axa xwe kirin û gotin, Tirkiyê projeya Netewa Demokratîk ya li herêmê ji bo xwe xeter dibîne.
Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de 10 welatî şehîd bûn û bi dehan navendên xizmetê ji kar derketin, bertekên xelkên herêmê zêde dibin û tekez dikin ku ew ê dev ji axa xwe bernedin.
Endama Kombûna Jinan a Zenûbya ya Kantona Reqayê Ebîr El-Xelîl diyar kir ku, armanca Tirkiyê ji êrîşan valakirina herêmê ji xelkên wê yê resen e.
Her wiha Endamê Meclîsa Zagonsaz a Reqayê Mustefa Hemşo diyar kir ku, dewleta Tirk projeya Netewa Demokratîk ya li herêmê ji bo xwe xeter dibîne.
Dewleta Tirk a dagirekr 23′yê Kanûnê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.
Di encamê de binesazî, cihên stratejîk û xizmetguzarî ji xizmetê derketin