Kanala ROJAVA TV

GELÊ ROJAVA ŞEHÎD PÎRO SINE BER BI ROJHILATÊ KURDISTANÊ VE OXIR KIRIN

Gelê Rojavayê Kurdistanê, sînameger û xebatkarên çandê cenazeyê sînameger û welatparêzê Kurd Şehîd Pîro Sine bi merasîmeke girseyî oxirî Rojhilatê Kurdistanê kirin.
Pîro Sine ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, bi dehan ciwan perwerde kirin û dengê şoreşê belavî cîhanê kir.

Bi zêmar, lorîk û serbilindî kedkarê çand û sînemaya Kurdî, lawê Rojhilatê Kurdistanê, Pîro Sine ber bi oxira dawiyê, berev Rojhilata dil ve wexer dikin.

Pîro Sine, sînameger û kedkarê ku di dil û dergûşa Sineya Rojhilatê welêt de mezin bû, dema ku zîlê şoreşê li Rojavayê welatê wî lêdide, tixûban diherifîne û derbasî wargeha şoreşê dibe.

Di nava pêlên şoreşê de, bi kedeke bêhempa şoreşeke din diafirîne, ji bo ragihandina dengê gelê xwe, dibe danerê gelek fîlm û belgefîlman.

Derîreşk, Kobanê, Şengal û Evîna Kurd, di gelek film û rêzefilman de bi rol û akterekî sereke radibe. Pîro Sine di bîrdanka xwe de nexşeya welatekî azad xêz dikir, lê di berbangeke xapînok de, di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd dikeve.

Heval û hogirên şehîd Pîro tekez dikin, ew ê armancên hevrêyê xwe pêk bînin û serpêhatiya wî ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê û hevrêyên Şehîd Pîro Sine, bi dilekî tijî keser û peyamên azadiyê cenazeyê wî ber bi warê Qazî û Simkoyan ve oxir kirin û ji Rojava ta bi Sineyê dengê Hûn bi sînoran nikarin me ji hev qut bikin, berz kirin.