HEVPEYMANA CIVAKÎ YA RÊVEBERIYA XWESER MAFÊN TEVAHÎ GELAN MISOGER DIKE
MIHEMED NASO - ENDAMÊ DÎWANA MECLISA ZAGONSAZ YA KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ
Endamê Dîwana Meclisa Zagonsaz ya kantona Efrîn û Şehîbayê Mihemed Naso diyar kir ku hevpeymana Civakî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û birêxistinkirina saziyan rolek sereke dilîze.
Her wiha Mihemed Naso anî ziman ku hevpeymana Civakî mafê hemû pêkhateyan diparêze.
RAPOR
HEVPEYMANA CIVAKÎ YA RÊVEBERIYA XWESER MAFÊN TEVAHÎ GELAN MISOGER DIKE
Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12y’ê Kanûna 2023’yan de Hevpeymana Civakî ya nû bi 134 madeyan erê kir.
Hevpeymana Civakî rastî pêşwaziyeke gerim a gelê herêmê tê.
Derbarê de, Endamê Dîwana Meclisa Zagonsaz ya kantona Efrîn û Şehîbayê Mihemed Naso ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku wan ji bo Komîn û Meclisên li Şehbayê re madeyên hevpeymanê şîrove kirin.
Her wiha Mihemed Naso Hevpeymana Civakî weke gaveke erênî û giring bi nav kir.
Hevpeymana Civakî ku ji 4 beşên sereke û 134 madeyan pêk tê, mafên tevahî pêkhateyên herêmê pesend dike û pergala bihevre jiyanê serwer dike.