Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK JÊDERÊN JIYANÊ YÊN GELÊ HERÊMÊ HEDEF DIGRE

Hevserok û endamên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê êrîşên dawî yên dewleta Tirk şermezarkirin û gotin ku tirkiyê armanc dike destkeftiyên şoreşê têkbibe.

Her wiha destnîşan kir ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê ewê di nava tevgerê de bin.

Dewleta tirk a dagirker 23 vê mehê êrîşên xwe li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê nû kirin û têde binesaziya herêmê û navendên xizmetê kir armanc.

Di encama erîşên dagirkeriyê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku tirkiyê pêşxistina siyasî ya herêmê ji bo sitratîjiya xwe metirsî dibîne.

her wiha Endamê MSD ezîz silêman jî got ku Piştî erêkirina hevpêmana civakî û li dar xistina kongreya MSD tirkiyê êrîşên xwe li dijî herêmê nû kirin.

dewleta tirk di êrîşên xwe yên 23’ê vê mehê yên li dijî bakur û rojhilatê sûriyê rasterast binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, nuqteyên petrolê, stasyonên kehrebê û malên welatiyan kir hedef .

Di encama Êrîşan de 9 welatî, di nav de sînemager şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn .