YRA’YÊ ŞEHÎDÊN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI QAMIŞLO BI BÎR ANÎ
Yektiya Ragihandina Azad (YRA)yê bi çalakiyekê şehîdên êrîşên dewleta Tirk li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anî.
Bi dehan rojnamegerên saziyên ragihandinê li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li Qamişlo kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezar kirin û hate diyar kirin ku dewleta Tirk di êrişên xwe de tu cudahiyê naxe navber sivîl, biçûk, mezin, jin û rojnamegeran.
Yekîtiyê soz da ku şopa veguhastina rastiya êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û belgekirina wê dewam bike.
Di dawiyê de Rojnamegeran li ser gorên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan mûm pêxistin.