LI REQA Û ŞEHBAYÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Platforma Çalakiyan a Kantona Reqayê her wiha Kongra Star a Kantona Şehbayê îro li dijî êrîşên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xistin.
Di xwepêşanda ku li ber avahiya Meclîsa Sûriya Demokratîk a li Reqayê hate lidarxistin, ŞêxûRûspiyên bajêr, Siyasetmedar, Rewşenbîr, Hiqûqnas û Rêxsitina Civaka Sivîl beşdar bûn.
Di xwepêşandana Reqayê de hat gotin ku, hedefgirtina binesaziya herêmê sûcên şer in, her wiha bang li Rêxistinên Mirovî û Civaka navnetewî hat kirin ku raporên têkildarî sûcên Tirkiyê li ber çavan re derbas bike.
Her wiha di xwepêşandana ku li Kampa Berxwedan a Şehbayê hat li darxistin de, Kongra Star, Tevger, Rêxistin û Saziyên Jin beşdar bûn.
Di xwepêşandanê de hat diyar kirin ku her çiqas êrîş zêde bibin jî dê jin di refên destpêkê yê brxwedanê de be.