TEV-ÇAND: ARMANC JI HEDEFGIRTINA SÎNEMEGERAN TÊKBIRINA ÇANDA KURDÎ YE
TEV-ÇAND’ê îro têkildarî hedefgirtina sînemeger Mensûr Kerîmeyan daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina çanda kurdan sînemegeran hedef digire.
Tevgera Çand û Hunerê a Mezepotamya di daxuyaniya xwe de got, dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe li ser qirkirina gelê Kurd û Kurdistanê ava kiriye.
Her wiha diyar kir ku, dewleta Tirk bi feraseta faşîst, qirker û dagirkeriyê êrîş dike, yek ji şehîdên bombebaranê jî kedkarê çandê sînemeger Mensûr Kerîmiyan e.
TEV-ÇAND di dawiyê de got, Ew ê bi afrandina hunera şoreşgerî, rûyê dijmin yê reş derxînin holê û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.
Sînemeger Mensûr Kerîmeyan ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye,di êrîşên herî dawî ya dewleta Tirk de Şehîd bû.