DESTEYA TENDURISTIYÊ YA KANTONA ŞEHBAYÊ BANGA RAWESTANDINA ÊRÎŞAN KIR
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanî kir ku li hember êrîş û binpêkirinên dagirkeriyê ji bêdengiya xwe derkeve.
Desteya Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina Navendên Xizmetê armanc dike gel bide koçberkirin .
Her wiha Desteyê da zanîn ku dewleta Tirk li dijî herêmê sûcên şer pêk tîne .
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Şehbayê Destnîşan kir dewleta Tirk bi êrîşên xwe hewil dide ewlehiya herêmê û destkeftiyên şoreşê têk bibe .