Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO JI BO ŞEHÎDÊN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK KONÊ SERSAXIYÊ HATE VEDAN

Di merasîma sersaxiya 6 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker de şêniyan soza parastina destkeftiyên şoreşê dan .
Ji bo welatiyên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Kanûnê de şehîd bûn, merasîmê sersaxiyê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo hat lidarxistin.
Di merasîmê de, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Meclisa Leşkerî û rûspiyên herêmê ve hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku xwedîderketina gel li şehîdên xwe, helwesteke şoreşgerî ya destdanî ye û nîşaneya girêdana gel bi destkeftiyên şehîdan e.
Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan û radestkirina wan ji malbatan re, bi dawî bû.