Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ZÊDE DIBIN

Koçberên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê dimînin êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Koçberan diyar kirin ku her çiqasî dewleta Tirk êrîşan pêk bîne jî, ew ê tu carî dest ji xaka xwe bernedin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Kanûnê ve bi dijwarî êrişên xwe li dijî binesaziya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Herî dawî jî dewleta Tirk a dagirker êrîşî kampa Serdem ya li Şehbayê ku koçberên Efrîna dagirkirî lê bi cih dibin kir.

Koçberên Efrînê ku li kampa Serdemê ya Şehbayê dimînin ji Rojava Tv re axivîn û li hemberî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan.

koçberan bang li dewletên navnetewî kirin ku li hember binpêkirinên dewleta tirk bi erkên xwe yê mirovî rabin.

Dagikeriya tirk bi balafirên şer û yên bêmirov û bi çekên giran binesaziya herêmê, navendên stratejîk, sivîl û tenduristiyê ya herêmê bombebaran kirin.

Di encama êrîşan de, 8 kes şehîd bûn û bi dehan sivîl birîndar bûn.