Kanala ROJAVA TV

GELÊ HERÊMÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN PEYAMÊN BERXWEDANÊ BERZ DIKIN

Bi sedan xelkên bajarê Hesekê û Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê meşên cuda li darxistin û tê de banga qedexeya hewayî kirin.
Meşvanan gotin, ew ê serî ji êrîşan re netewînin û axa xwe biparêzin

Bi sedan xelkên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker meşek girseyî li dar xistin û banga qedexeya hewayî kirin.

Di meşê de Şandeyek ji Kantona Cizîrê, Meclîsa Sivîl a Hesekê, Partiyên Siyasî û Saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Meş li qada Nisir dest pê kir û li qada Salhiyê veguherî mîtîngê, di mîtîngê de hat gotin ku, dewleta Tirk jiyana zêdetirî 5 milyon sivîl hedef digir.

Her wiha li bajarê Kobanê bi sedan xelk meşek girseyî li darxistin û tê de peyama bilindkirina asta berxwedanê dan.

Meşa ji qada Azadî dest pê kir û bi bilindkirina dirûşmên” NA JI DAGIRKERIYÊ RE” li qada Şehîd Egîd rawastiya.

Meşvanan ji qada Şehîd Egîd berê xwe dan konê çalakiyê yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û li wir tekez kirin ku, ew ê serî ji êrîşan re netewînin û axa xwe biparêzin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê mehê ve li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûye.

Dagirker di nav êrîşên xwe de saziyên xizmetê ku ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye armanc digire.