GELÊ HERÊMÊ LI HEMBER ÊRÎŞAN HÊRSA XWE NÎŞAN DIDIN
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyan de soza bilindkirina asta têkoşînê li hember êrîşên dagirkeriyê hate dayîn .
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker Daxuyaniyan didin û Hêrsa xwe tînin ziman .
Meclisa Hevgirtina Al El Beyt û Saziya Olî bi Daxuyaniyekê Êrîşên domdar ên dagirkeriya Dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kirin .
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk di bin navê Islamê de Tev digere lê ew ji Islamiyetê dûr e .
Her wiha hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe tevahî pîvanên mirovî bin pê dike.
Li aliyekî din Meclisa Dada Civakî bi daxuyaniyekê banga Rewestandina Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmê kir .
Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ev êrîş binpêkirina pîvanên mirovahiyê ne .
Her wiha Meclisê bang li Civaka Navdewletî û Rêxistinên mirovî kir ku li hember êrîşan bi erkên xwe rebin .
Di heman çarçoveyê de Komîteya perwerde û fêrkirinê ya kantona reqayê daxuyaniyek da û bi tundî êrîşên dewleta tirk ên li dijî sivîlan Şermezar kir .
Komîteyê di Daxuyaniya xwe de anî ziman ku dewleta Tirk bi hedefgirtina binesaziya Herêmê armanc dike ku gel birçî û koçber bike .
Partiyên siyasî li kantona Minbicê jî diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve şer û alozî afirand û gelek herêmên Sûriyê dagir kir .
partiyan bang li aliyên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî kirin ku rê li pêş sûcên domdar ên dewleta Tirk bigirin .