Kanala ROJAVA TV

ASAYÎŞÊ BÎLANÇOYA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ BENDÊN KONTROLÊ AŞKERE KIR

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand ku dewleta Tirk duh 11 bendên kontrolê hedef girtine û di encamê de 3 endam birîndar bûne.
Her wiha diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zindîbûnê didin çeteyên DAIŞ’ê.

Dewleta Tirk a dagirker duh bi dijwarî êrîşî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê bîlançoya êrîşan aşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê dagirkeriyê 11 bendên kontrolê hedef girtine û di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûne.

Li gorî bîlançoyê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî bendên kontrolê weha dabeş dibin:

4 rebendên kontrolê li bajarê Qamişlo, rêbendeke kontrolê li navçeya Amûdê û 6 rêbendên din jî li bajarê Kobanê bûne hedefên balafirên dewleta Tirk a dagirker.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dike ku di encama êrîşan de 3 endamên wan birîndar bûne û ziyanên gelekî mezin gihaştine bendên kontrolê.

Di beşekî din a daxuyaniyê de hate gotin ku armanca êrîşên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, jinavbirina aramî û îstîqrara herêmê ye.

Her wiha hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze DAIŞ’ê zindî bike û bi hatina sersalê re tevliheviyê çêbike.

Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser tekez kir ku heta dawiyê ew ê parastina gelê herêmê bikin.

Di cotmeha îsal de jî dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Dêrikê hedef girt û di encamê de 29 endam şehîd û 28 jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ji destpêka şoreşê ve hatiye damezirandin, bi barê parastina ewlekariya herêmê radibe û beşdarî gelek operasyonên li dijî Çeteyên DAIŞ’ê bûye.