Kanala ROJAVA TV

PIŞTÎ ERÊKIRINA HEVPEYMANA CIVAKÎ Û KONGREYA MSD’Ê ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DIJWAR BÛN

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Leyla Qereman ji Rojava TV re axivî û got, dewleta Tirk xwe li ser qirkirina hebûn û vîna gelan ava kiriye.

Her wiha da zanîn ku, hevgirtina gelên Sûriyê dê dagirkeriyê têk bibe.

Hemwextî erêkirina Hevpeymana Civakî û lidarxistina kongreya 4’an a MSD’ê, dewleta Tirk êrîşên xwe yê li dijî herêmê dijwartir kir.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Leyla Qereman beşdarî bernameya Taybet a Rojava TV bû û armancên êrîşan nirxand.

Leyla Qereman got, dewleta Tirk xwe li ser qirkirina gelan ava kiriye.

Her wiha Leyla Qereman da zanîn ku, hevgirtina gelên Sûriyê dê dagirkeriyê têk bibe.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Leyla Qereman di dawiyê de tekez kir ku ji bo rawestandina êrîşan xebat û hewlên wan berdewam dikin.