Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATIN ŞERMEZARKIRIN

Bi sedan koçberên Efrînê û xelkên Şehbayê bi meşek girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û peyamên “BERXWEDAN JIYANE” beriz kirin.

Di meşê de Saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, Tevger, Deste û Rêxistinên li herêmê beşdar bûn.

Meş ji çerxereya navçeya Ehdas dest pê kir û bi berizkirina dirûşmên” NA JI DAGIRKERIYÊ RE, BERXWEDAN JIYAN E” li parka 4’ê nîsanê ya li navçeyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de sersaxî ji malbata Şehîdan re xwest û diyar kir ku, Tirkiyê bi êrîşên xwe dixwaze projeya Netewa Demokratîk a li herêmê têk bibe.

Her wiha di axaftinan de hat gotin ku, her çiqas êrîş dijwar bibin jî dê asta berxwedana gel mezin bibe û her dem di nava çalakiyan de bin.