RÛSPIYÊN HERÊMÊ TEKEZIYÊ LI SER MEZINKIRINA ASTA BERXWEDANIYÊ DIKIN
Şêx û rûspiyên herêmê êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û gotin armanca dewleta tirk koçberkirina gelê herêmê ye.
Her wiha tekez kirin ku heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin.
Ji 5’ê cotmehê ve êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.
Ji 23’ê mehê ve jî dîsa dagirkerî bi awayekî dijwar êrîşî binesazî û çavkaniyên jiyanê dike.
Şêx û rûspiyên herêmê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin armanca dewleta Tirk koçberkirina gelê herêmê ye.
Her wiha şêx û rûsipiyên herêmê bang li rêxistinên mirovî kirin ku li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker helwesteke cidî nîşan bidin.
Li gorî hiqûqnasan dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên yasayên navdewletî bin pê dike û sûcên şer pêk tîne.