Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER HELWESTA GEL YA LI DIJÎ ÊRÎŞAN SILAV DIKE

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer ji Rojava TV re ragihand ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike.

Her wiha da zanîn, armanca êrîşên li dijî Asayîşê jinavbirina aramiya herêmê û zindîkirina DAIŞ’ê ye.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer beşdarî bernameya taybet a Rojava TV bû û geşedanên dawiyê nirxand.

Hesen Koçer got, dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike.

Her wiha diyar kir, armanca Tirkiyê birçîkirina gel û guhertina demografya herêmê ye.

Di berdewamiya nirxandinên xwe de Hesen Koçer da zanîn ku, dagirkerî bi hedefgirtina Hêzên ewlekariyê dixwaze aramiyê têk bibe.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer helwesta gelê herêmê ya li dijî êrîşan silav kir û banga xurtkirina pergala xweparastinê kir.